Şerê ku bi êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê yên 28'ê Sibatê destpê kir, di asta herêmî de dewam dike. Bandora vî şerî li asta navneteweyî bi taybetî bi krîza enerjiyê tê dîtin.
Îranê diyar kir ku li hemberî hedefên DYE û Îsraîlê dest bi êrişeke berfireh kiriye. Li Îsraîlê jî sîstemên parastina hewayî ketin dewrê. Li Herêma Kurdistanê, Bahreyn û Kendavê jî hedefên leşkerî hatin bombekirin. Heman demê li Qatarê jî dengê teqînan hate bihîstin. Li Lubnanê jî êrişên Îsraîlê dewam dikin.
JI ÎRANÊ DAXUYANIYA LI SER 'ÊRIŞA HERÎ GIRAN'
Televîzyona dewletê ya Îranê IRIB'ê ragihand ku Îranê êrişeke berfireh a hewayî li hemberî hedefên DYE û Îsraîlê da destpêkirin. Di daxuyaniya Muxafizên Şoreşê ya Îranê de hate ragihandin ku êrişa hatiye kirin ji destpêka şer û vir ve êrişa herî giran û tund e.
Li gorî daxuyaniyê, di êrişa bi fuzeyan de ku nêzî sê saetan dewam kir li Îsraîlê başûrê Tel Avîvê, rojavayê Qûdsê û bajarê Hayfayê bûn hedef. Hate gotin, di heman pêla êrişê de hedefên DYE'yê yên li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê û baregeha deryayî ya Fîloya Pêncemîn a DYE'yê ya li Bahreynê bûne hedef.
PARASTINA HEWAYÎ YA ÎSRAÎLÊ KETE DEWRÊ
Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku nîvê şevê hate tespîtkirin ku ji Îranê fuze ber bi welatê wan ve hatiye avêtin û sîstema parastina hewayî xistine dewrê.
Televîzyona Channel 12 a Îsraîlê diyar kir ku di êrişan de li nêzî Tel Avîvê hin kes birîndar bûn.
ÎRANÊ BEŞDARÊN ÇALAKIYÊN ŞERMEZARKIRINÊ 'DIJMIN' RAGIHAND
Şefê Polîsên Neteweyî yê Îranê Ahmed Riza Radan hişyarî da ku kesên beşdarî xwepêşandanên ji bo şermezarkirina hikumetê bibin wê weke "dijmin" bêne dîtin.
Serokê DYE'yê Donald Trump jî bang li gelê Îranê kir ku desthilatdariyê bixe destê xwe.
LÎDERÊ OLÎ YÊ NÛ BIRÎNDAR E
Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Mucteba Xamaney daxuyanî hate dayin ku weke lîderê olî yê nû hate ragihandin. Kurê Serokkomarê Îranê û şêwirmendê hikumetê Yûsûf Pezeşkiyan li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyanî da û anî ziman ku Xamaney li gel birîndariya xwe jî "sax û ewle" ye.
Tê gotin, Mucteba Xamaney 28'ê Sibatê di êrişa Îsraîl-DYE'yê de birîndar bû ku di wê êrişê de bavê wî hate kuştin. Lê belê li ser asta birîndariya Mucteba Xamaney agahî nehate bidestxistin. Mucteba Xamaney ji wê demê ve derneketiye pêşberî raya giştî.
TEQÎNÊN LI QATARÊ
Fikar zêde dibin ku şer wê bandoreke hîn giran li Kendavê bike. Li paytexta Qatar Dohayê roja Çarşemê dengê gelek teqînan hate bihîstin.
LI DERDORA TENGAVA HURMUZÊ 16 KEŞTIYÊN KU MAYINAN DATÎNIN HATIN ÎMHAKIRIN
Artêşa DYE'yê ragihand ku 16 keştiyên Îranê yên ku mayinan datînin li nêzî Tengava Hurmuzê hatin îmhakirin.
Serokê DYE'yê Donald Trump hişyarî dabû Îranê ku eger mayinan li Tengava Hurmuzê bi cih bike wê li "Encamên leşkerî yên qet nedîtiye" rast bê. Ji sedî 20 ê petrol û hilberîna LNG a cîhanê ji Tengava Hurmuzê derbas dibe.
ENIYA LUBNANÊ: ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ DEWAM DIKIN
Li eniya Lubnanê jî şer dewam dike. Artêşa Îsraîlê ragihand ku li navenda Beyrûdê êrişeke nû ya hewayî kiriye. Ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê ANI diyar kir ku êriş li ser avahiyek li herêma Aişa Bakkar a li paytextê hatiye kirin.
Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku fermandarê yekîneya Nasr a Hîzbûllahê hatiye kuştin.
Li gorî hikumeta Lubnanê ji destpêka meh Adarê û vir ve di êrişan de herî kêm 570 kes hatin kuştin, nêzî 759 hezar kes jî ji cih û warê xwe bûn.
Fransayê diyar kir ku wê alîkariya mirovî ya ji bo Lubnanê zêde bike.